Sala 2025’an nêzîkî 400 hezar penaber ji Lubnanê vegeriyane Sûriyeyê

UNHCR’ê diyar kir ku ji destpêka sala 2025’an heya niha zêdetirî 378 hezar penaberên Sûriyeyî ji Lubnanê vegeriyane Sûriyeyê.

Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji destpêka sala 2025’an heya niha zêdetirî 378 hezar penaberên Sûriyeyî ji Lubnanê vegeriyane Sûriyeyê. Bi vî awayî piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad a Kanûna 2024’an vegera penaberan zêdetir bûye.
 
UNCHR’ê diyar kir ku ji bo berdewamiya van vegeran divê piştgiriya navneteweyî dewam bike.

Daxuyanî, di dema vegera 12’emîn ‘’qefleya vegera dilxwazî’’ a ji Lubnanê bo Sûriyeyê de hate dayîn. Li gel vê qefleyê malbat vegeriyan herêmên bejayî yên Hums, Hama, Îdlib, Şam û navenda Şamê. Veger li Stadyûma Camille Chamon a li Beyrûdê hatin kirin.

114 hezar kesan serî li bernameya ‘’veqetîna dilxwazî’’ ya ji aliyê yekîneya Ewlehiya Giştî a Lubnanê ve tê birêvebirin, daye.

Di çarçoveya bernameyê de, ji her penaberekî re 100 dolar tê dayîn û cezayên wan ‘’îkameta bêserûber’’ tên betalkirin. Lê belê piraniya kesên ku vedigerin ji vê bernameya fermî re tomarkirî nînin.

Di Îlona 2024’an de hejmara kesên ji Lubnanê vedigeriyan nêzîkî 200 hezarî bû; di sê mehên dawîn de ev hejmar nîvenîv zêde bûye. Rayedarên UNCHR’ê diyar dikin ku ev hejmar bi lez zêde bûne.

Lubnan, ji sala 2011’an ve ye mazûvaniya sed hezaran penaberên Sûriyeyî kiriye. Li gorî daneyên UNCHR’ê yên 31’ê Adara 2025’an, 722 hezar û 173 penaberên Sûriyeyê bi awayekî fermî tomarkirî ne; lê belê ji ber ku tomarkirin di sala 2015’an de hate sekinandin, dihat texmînkirin ku 1.4 milyon penaberên Sûriyeyî li Lubnanê dimînin.